Li Xezeyê ji sedî 90 nebatên xwezayî zirar dîtin

Hat diyarkirin ku ji ber êrîşên Îsraîlê ya li ser Şerîda Xezeyê ji sedî 90 nebatên xwezayî zirar dîtine. Her wiha hat ragihandin ku li rojavayê Şerîayê di nava hefteyekê de 4 Filîstînî ku 3 ji wan zarok in hatine kuştin.

Li gorî Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Kordînasyona Karûbarên Mirovî (OCHA), di navbera 4 û 10’ê Mijdarê de artêşa Îsraîlê li Şerîaya rojava û Qudsa rojhilat çar Filîstînî ku sê ji wan zarok, kuştin.
 
Zarok li nêzîkî navendên kontrolê yên leşkerên Îsraîlê li El-Cudeyra û El-Yamûnê hatin gulebarankirin û kesek li El-Feraayê hate gulebarankirin. Artêşa Îsraîlê, êrîşan bi "avêtina keviran" û "kokteylên Molotov" ve girêda.
 
Li gorî denaya OCHA’yê di sala 2025’an de li Şerîaya rojava ji sedî 23’yê Filistîniyên hatine kuştin, ji zarokan pêk tên. Ji Çileyê vir ve 45 zarokên Filistînî hatine kuştin. 167 êrîş jî bandor li 87 gundan kirine.
 
Serokê Şaredariya Xan Yunis Alaa El-Betta, diyar kir ku êrîşên Îsraîlê ji sedî 90’ê nebatan xwezayê yên li Xezeyê wêran kirine. El-Betta destnîşan kir ku wêrankirina erdên çandiniyê ekosîstem hilweşandiye û nexweşiyan belav kiriye.